Sibat 22, 2021 22:24 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Asta meyandina Uraniyûmê ya Îranê li gorî  hewcetiyên welêt renge bigihêje sedî 60 jî

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Komara Îslamî ya Îranê dê dest ji helwêstên xwe yên mentiqî di mijara navokî da nekişîne û li gorî berjewendî û hewcetiya welêt, heta wê astê ku pêwîst be, dê heta meyandina asta sedî 60 jî pêşda biçe.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî berêvara îro Duşemiyê di hevdîtina bi serok û bijardeyên gel di Civata Şarezayên Rêbertiyê da, gotinên Amerîkayê û sê welatên ewropî derheqê kêmkirina sozên Îranê yên li gorî Peymana navokî zorbêjane, telebkarane û dûrî însafê û gotineke şaş da zanîn û got: Komara Îslamî ya Îranê ji roja yekem û heta demeke dirêj li gorî fêrkariyên Îslamê sozên xwe cih anîn, lê aliyê ku ji roja yekem da sozên xwe binpê kirin, ev çar welat bûn, loma ewna divê bikevin ber lome û xitab û pirsê.

Wî got: Dema ku Amerîka ji Peymana Navokî derket û aliyên din jî pê ra hevdeng bûn, destûra Quranê ev  eku tu jî sozê berde ku tevî vê yekê dîsa jî dewleta me ya rêzdar dev ji sozan berneda û hêdî hêdî beşeka wan kêm kir, ku helbet ev yek di rewşa cihanîna erkên xwe ji aliyên wan va, dikare bê vegerandin.

Wî got:Di vê navberê da ew laqirdiyê siyonîsta navneteweyî berdewam dibêje em nahêlin Îran çeka navokî bi dest bixe, di halekî da divê meriv jê ra bibêje heke Komara Îslamî biryara bidestxistina çeka navokî bidaya, wî û yên mezintir ji wî jî dê nekarîbûna rê li ber wê yekê bigirtana.

Hezretê Ayetullah Xamineyî destnîşan kir: Tiştê ku pêşiya Komara Îslamî jibo çêkirina çeka navokî digire, fikr û bingehên îslamî ne ku çêkirina her cûre çekekê ji wan çekên navokî û kîmyayî ku dibe sebeba kuştina mirovên ji rêzê, qedexe dike.

Wî tevî bibîranîna tevkujiya 220 hezar kesî di bombebarana atomî ya Amerîkayê û dorpêçkirina gelê bindest ê Yemenê û bombebarana bazar û nexweşxane û dibistanan bi rêya balefirên şêrr ên welatên rojavayî va, got: Kuştina welatiyên sivîl û gelê bêguneh şêwaza amerîkî û rojavayiyan e û Komara Îslamî vê yekê napejirîne û li ser vê esasê li çeka navokî fikir jî nake.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Lê em jibo bidestxistina şiyanên navokî li gorî hewcetiyên welêt bibiryar in û ji ber vê yekê, asta meyandina Uraniyûmê ya Îranê dê sedî 20 nebe û heta her astê ku pêwîstî û hewcetiya welêt be, dê tevbigerin, wek mînak jibo Pêşbira Navokî an xebatên din renge em asta meyandina Uraniyûmê bigihînin sedî 60ê jî.

Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha got: Helbet girêbesteke çendsalî hatiye girêdan ku heke ewna cih bînin, em ê jî heta heman çend salan cih bînin, lê welatên rojavayî bi başî dizanin ku em li dû çeka navokî nînin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Mijara Çeka navokî behane ye, ewna heta li dijî bidestxistiona çekên asayî ji aliyê me va ne jî, ji ber ku dixwazin hêmanên hêzê ji Îranê bistînin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi vê rastiyê ku hêzgehên navokî bi dabînkirina enêrjiya saxlemtir, paqijtir û erzantir dê bibin çavkaniyeke girîng ên enêrjiyê di pêşeroja ne ewqas dûr da, hewcetiya welêt bi meyandina Uraniyûmê karekî tekûz da zanîn û got: Welatên rojavayî dixwazin di roja ku dê hewcetiya Îranê bi enêrjiya naviokî hebe, hewcedara wan be û ewna vê hewcetiya me bikin amûrek jibo sepandin, zorbêjî û bacxwaziyê.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê di mijara navokî da jî weke mijarên din dê paşve nekişe û dê bihêz di riya ku berjewendî û hewcetiya îro û sibe ya welêt e, pêşda here.

 

 

Serepeyv