Çile 21, 2021 23:23 Asia/Tehran
  • Zerîf: Pîlanên qirêj dijî Îranê dê tê biçin

Wezîrê kaarên derve yê Îranê tevî amajeya bi vêya ku êrîşên terorîstî li Bexdayê û gotinên Nêtanyahû tu armancekê ji bilî sekinîna li hemberî Îranê naşopînin, destnîşan kir: Pîlanên qirêj ên li dijî Komara Îslamî ya Îranê dê têk biçin.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê kaarên derve yê Îranê roja Pêncşemiyê di twitterê da nivîsî: Ji bombedanînên terorîstî li Bexdayê heta çaplşûsiya Nêtanyahû - her çend ku vê carê jibo kesên nû ye - gişt tenê armancekê dişopînin: Xistina serokomarekî din nav davikê li Amrîkayê jibo telefkirina can û sermiyana amerîkî bi mebesta sekinîna li hemberî Îranê.

Di dewama twitta Zerîf da hatiye: Tevî lawaziya giran (Nêtanyahû), pîlanên qirêj ên li dijî Îranê dê dîsa têk biçin.

Îro Pêncşemiyê du teqînên xwekujiyê li Meydana Teyrana navenda Bexdayê qewimîn. Li gorî ragihandina Wezareta Tendurustiyê ya Iraqê, heta niha di encama wê da 35 kes hatine kuştin û 110 kes jî birîndar bûne.

 

Serepeyv