Çile 21, 2021 14:31 Asia/Tehran
  • Heta îro 21ê Çileya 2021ê - Derdora miliyonek û 145 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 354 hezar û 520 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 144 hezar û 549 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 6204 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 354 hezar û 520 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 97 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 57 hezar û 150 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 97 miliyon kesî.

Amerîka bi zêde ji 25 miliyon tûşbûyiyên bi Koronayê û 415 hezar miriyan hema wisa di pileya yekem a cîhanê da ye.

 

Serepeyv