Çile 21, 2021 13:51 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Ên ku bi zorbêjî îdia dikirin dê Îranê li erdê xînin, bi zilet sernixwûn bûn

Serokê Komara Îslamî ya Îranê palîngehaz gazê ya Bîd Bulend a Kendava Farsê projeyeke mezin di asta navçeyê da zanîn û got: Ên ku bizorbêjî îdia dikirin dê Îranê li erdê xînin, bi zilet û serberjêrî sernixûn bûn.

Palîngeha gazê ya Bîd Bulend a Kendava Farsê wek mezintirîn palîngeha gazê ya Rojavayê Asyayê roja Pêncşemniyê bi fermana Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê li parêzgeha Xûzistanê hat vekirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di destpêka merasima destpêbûna behrewergirtin ji vê projeya neteweyî ku bi awayê vîdyo konferans hat lidarxistin, got: Karê yên ku li dijî gelê Îranê komplo dariştibûn di rojên dawiyê yên temenê wan ê nehs jibo tevahiya cîhanê û gelan û gelê Amerîkayê bi xwe jî ron bû û giştan dîtin ku ev kes çiqasî dijî demokrasiyê bûn.

 

Rûhanî di dewamê da bi gotina vê yekê ku Îrann ji hêla çavkaniyên enêrjiyê va xwedan cîgfeheke taybet û girîng li navçeyê ye, got: Komara Îslamî ya Îranê bi hebûna 32 hezar miliyar metrekûp gazê, xwedanê mezintirîn çavkaniya gazê li cîhanê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi cîgeha welêt di warê neft û gazê da, got: Cîhanê hewcetî bi petrol û gaza Îranê heye û Komara Îslamî ya Îranê dikare HABê navçeyê di berhemanîn û firotina elektrîk û gazê be.

Palîngeha mezin a Bîd Bulenda Kendava Farsê ji mezintirîn projeyên dîroka Îranê ye ku di asta herî giran a boykotan da bi destê pisporên navxweyî hatiye çêkirin û erka wê ya sereke komkirina gazên hevrê digel neftê (gazên metal) û veguherîna wê bo xureka navendên petrokîmiyê ye.

 

Ev palîngeh bi sermiyana sê miliyar û 400 miliyon dolarî û di kêmtir ji 36 mehan bi palpiştiya şiyana navxweyî hatiye damezirandin.

Bi behrewergirtin ji vê palîngehê her salê zêde ji 700 miliyon dolar derhat ayîdî Îranê dibe.

 

 

Serepeyv