Çile 18, 2021 19:40 Asia/Tehran
  • Somaya Biradostê - Ji ber ketina aşîtê pêns kes wenda bûn

Ji ber ketina aşîtê li navçeya çiyayî ya Somaya Biradostê ya şaristana Ûrmiyê ku li ser sînorê Îran û Tirkiyê ye, pênc kes ji hemwelatiyên Îranê wenda bûn.

Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Heqîqî qaîm meqamê Somaya Biradostê roja Duşemiyê got: Îro nîvro bi ketina aşîtê li bilindahiyên zîvala sînorî ya Îranû Tirkiyê, pên ckes ji şêniyên gundê Kûranê yê navçeya Somnaya Biradostê li şaristana Ûrmiyê wenda bûn.

Heqîqî got: Ji ber rewşa nebaş a hewa, heta niha me nekariye bi van kesan ra bikevin têkiliyê.

Her wiha li gorî nûçeyên ne fermî, meytê pênc kes ji goriyên ketina aşîtê li aliyê Tirkiyê ji aliyê hêzên alîkarîgihan ên vî welatî va hatine dîtin.

Helbet hîn amareke deqîq û fermî ji goriyan, yên di bin aşîtê da û yên filistî di vê bûyerê da nehatiye bidestxistin.

Gundê Kûranê yê Somaya Biradostê di heşt kîlomitriya sînorê Îran û Tirkiyê da ye.

 

Serepeyv