Çile 18, 2021 17:42 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Bereya amerîkî-siyonîstî li dû parçekirina welatên îslamî ye

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê Filistîn wek ramana sedsala 21ê ya Cîhana Îslamê da zanîn û got: Bereya amerîkî-siyonîstî senaryoya parçekirina welatên îslamî yên navçeyê hevdem digel derxistina filistîniyan ji welatê bav û kalên wan û cihûkirin û wêrankirina Mizgefta Eqsayê didomîne.

Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê îro Duşemiyê di Vebînara navneteweyî ya Parlimanên Piştgira Qudsê got: Cinayeta bverdewam a rejîma terorîst a Siiyonîst li dijî gelê bindest ê Filistînê nemaze li Zîvala Xezeyê dê ji bîra dîrokê paqij nebe.

Qalîbaf tevî rexnekirina ji bêdengiya hin desthilatdarên cîhana îslamê, NY û rêxistinên berevanê Mafên  Mirovan li hemberî cinayetên Rêjîma Siyonîst, destnîşan kir: Îran tevî piştgiriya ji rêkara Berxwedanê wek mafekî rewa, li ser çareserkirina siyasî ya meseleya Filistînê bi riya tomarkirina plana giştpirsiyê li nav niştecihên sereke yên Filistînê li NY, beşdariya van niştecihan ji wan misilmnan, mesîhî û cihû di giştpirsînê dapêgiriyê dike; Her çend ku siyonîstan selimandine ku tenê zimanê zorê fam dikin.

 

Vebînara navneteweyî ya parlimanên Piştevana Qudsê îro Duşemiyê bi beşdariya nûnerên welatên Tirkiye, Malizya, Endonizya, Yemen, Pakistan, Cezayîr, Efganistan, Tûnis, Libnan, Bolîvî, venezuela, Iraq, Sûriye, Afrîqaya Başûr û Filistînê bi mazûvaniya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê û bi dirûşmeya "El-Quds tecemeina" (Quds hokara Yekîtiya me) hat lidarxistin.

 

Serepeyv