Tebax 02, 2020 19:14 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 268 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku heya niha zêde ji 309 hezar kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketine û 268 hezar û 102 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro yekşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 685 kesên din pozetîv derketiye ku yek hezar û 423 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 309 hezar û 437 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 208 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 17 hezar û 190 kesan.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 18 milyon kesan derbas bûye ku ji wan herî kêm 690 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji  11 milyon û 345  hezar kesî jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv