Tebax 01, 2020 14:40 Asia/Tehran
  •  Heta îro 1ê Tebaxê; Zêde ji 265 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 306 hezar û 752 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 265 hezar û 830 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2548 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 306 hezar û 752 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 216 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 16 hezar û 982 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 17 miliyon û 788 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 683 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 11 miliyon û 182 hezar kes jî baş bûne.

 

Serepeyv