Tîrmeh 31, 2020 21:20 Asia/Tehran
  • Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi awayekî berfireh li medyayên navneteweyî deng veda

Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya Cejna pîroz a Qurbanê bi awayekî berfireh li medyayên navneteweyî deng veda.

Reutersê derbarê gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî nivîsî: Ayetullah Xamineyî roja Îniyê gotûbêja bi Amerîkayê ra derbarê bernameya mûşekên Balistîk û mijara atomî red kir û ji îraniyan xwest ku li hemberî zextên Amerîkayê li ber xwe bidin.

Rojnameya amerîkî ya New York Timesê jî nivîsî: Rêberê Înqilaba Îslamî di axaftina xwe ya televîziyonî ya roja Îniyê got ku welatê wî dê bi Amerîkayê ra gotûbêjê neke, ji ber ku Amerîka gotûbêjê tenê jibo armancên propagandayî bi kar tîne.

Kanala El-Erebiye ya Inglîsî li ser malpera xwe ji zarê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî nivîsî: Amerîka dijminê herî mezin ê Îranê ye û emê li ser mijara atomî û mûşekên Balistîk bi vî welatî ra gotûbêj nekin.

Washington Postê jî beşeka din a gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir û ji zarê wî nivîsî: Amerîka dixwaze Îran di dora maseya gotûbêjê da dev ji bernameya atomî, binkeyên berevaniyê û iqtidara xwe ya navçeyî berde.

Associated Pressê jî nivîsî: Ayetullah Elî Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sibeha îro Îniyê di axaftinekê bi boneya Cejna Qurbanê boykotên Amerîkayê wek Cinayeta dijî miletê Îranê da zanîn û got: Boykot wer xuya dikin li dijî hikûmetê ne, lê di rastiyê da li dijî miletê Îranê ne.

BBC'yê derbarê axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ragihand: Ayetullah Xamineyî di axaftina xw eya bi boneya Cejna Qurbanê da got ku Ewropayê piştî derketina Amerîkayê ji Peymana Atomî jibo peydakirina rêkarê derfet xwest û abora welêt "Mehtel" kir; Lê di dawiyê da tu karek nekir; Dahêneriya wan a herî dawiyê jî lîstokek bi navê INSTEX'ê bû ku tu feydeya wê tunebû.

Sputnikê jî ev beşa gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ragihand: Armanca demkurt a dijmin ji boykotkirinê westandina xelkê ye. Ev çend sal in ku dibêjin Havîna Bi tîn; Vêca îsal ew bixwe tûşî Havîna bi tîn bûne. Nabe ku em pişta xwe bidin sozên wan.

Medyayên din ji wan medyayên farisîziman ên derveyî jî tevî berbiçavkirina mijara gotûbêja bi Amerîkayê ra, gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî belav kirin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di axaftina xwe ya roja Îniyê derbarê îdiaya amerîkiyan a gotûbêja bi Îranê ra got: Armanca sereke ya amerîkiyan ji îdiaya gotûbêjê, jêstandina şiyanên bingehîn ên gelê Îranê ye. Helbet serokoamrê niha yê Amerîkayê jî li dû hin berjewendiyên kesane û hilbijartî, weke bikaranîna propagandayî ya gotûbêja bi Koreya Bakur ra ye.

 

Serepeyv