Tîrmeh 11, 2020 15:16 Asia/Tehran
  • Heta îro 11ê Tîrmehê; Zêde ji 218 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 255 hezar û 117 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 218 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2397 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 255 hezar û 117 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 217 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 12 hezar û 635 kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 12 miliyon û 650 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 563 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 7 miliyon û 383 kes jî baş bûne.

 

Serepeyv