Tîrmeh 06, 2020 22:23 Asia/Tehran
  • Heta niha zêde ji 204 hezar nexweşên Koronayê li Îranê baş bûne

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkiya Îranê ragihand ku zêde ji 2 hezar kesên din bi Koronayê ketine û zêde ji 204 hezar nexweşên koronayî jî baş bûne.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkiya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 613 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 243 hezar û 51 kesan.

Dr. Larî her wiha da zanîn, ji duhî heya dawiya rojê 160 kes jî ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dan û hejmara miriyan gihîştiye 11 hezar û 731 kesan.

Berdevka wezareta tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 204 hezar û 83 nexweşên Koronayê baş bûne lê rewşa 3 hezar û 201 nexweşan jî xirab e.