Tîrmeh 01, 2020 09:25 Asia/Tehran
  • Di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY da hat hilêxistin: Cihanîna tam û bibandor a Peymana Atomî ya digel Îranê

Endamên Konseya Ewlehiyê ya NY roja Sêşemiyê di civîna xwe ya jibo hilkolandina rapora dewreyî ya vê rêxistinê derbarê cihanîna Biryarnameya 2231ê ya têkildarî Peymana Atomî ya bi Îranê ra, li ser cihanîna tam û bibandor a Peymana Atomî pêgirî kirin.

Kirîstov Hasgin, Nûnerê hertimî yê Almanyayê li NY, Peymana Atomî ya digel Îranê wek şahkareke dîplomatîk da zanîn ku divê were parastin û got: "Teroîkaya Ewropî (Almanya, Englîs û Fransa) li dijî bikaranîna Mekanîsma Maşeyê jibo vegerandina boykotan li dijî Îranê ne."

Hasgin bi gotina vêya ku Peymana Atomî ya digel Îranê bi Biryarnameya 2231ê hat piştrastkirin, derketina Amerîkayê ji Peymanê wek binpêkirina qanûnên navneteweyî da zanîn.

Canbatan Alin, Kardarê Englîsê li NY jî tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji derketina yekalî ya Amerîkayê ji Peymana Atomî û jinûvesepandina boykotan li dijî Têhranê got: Peymana Atomî ya digel Îranê baştirîn rêkat di pergala berfirehnekirina çekên Atomî ye.

Vasîlî Nebenziya Nûnerê hertimî yê Rûsiyê li NY jî biryarnameya pêşniyarkirî ya Amerîkayê jibo dirêjkirina boykotên çekdariyê li ser Îranê xeyalî da zanîn û got: Amerîka bi sepandina boykotên yekalî, ti girîngiyekê nadde nêrînên welatên din; Loma Moskova nîgeranê guhertinên derbarê Îranê û stratejiya Amerîkayê derheqê Têhranê ye.

Mark Pestîn Dî Baysûr Nûnerê hertimî yê Beljîkê li NY tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY ji aliyê hemî endamên vê Konseyê va hatiye piştrastkirin û ji laiyê pirraniya civata navneteweyî va tê piştgirîkirn, got: Boykotên Amerîkayê rê li ber cihanîna sozên endamên Konseya Ewlehiyê ya NY jibo cihanîna vê biryarnameyê girtiye.

Civîna Konseya Ewlehiyê ya NY berêvara Sêşemiyê li gorî dema xwecihî jibo hilkolandina nehemîn rapora Sêkrêtirê giştî yê NY li ser dawîn rewşa cihanîna Biryarnameya 2231ê bi awayê înternetî hat lidarxistin.

Amerîka tevî ku du salan beriya niha bi awayekî frmî û bêyî berçavgirtina Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY ji Peymana Atomî ya digel Îranê derketiye, îdia dike ku li gorî naveroka vê biryarnameyê, hema wisa yek ji beşdarên Peymana Atomî ye.

Qedexetiyên têkildarî firotina çekan bo Îranê, li gorî naveroka Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY , dê roja 18ê Cotmeha 2020î bên rakirin.

Komara Îslamî ya Îranê, wek berteka li hemberî bêsoziyên Amerîkayê û hevpeymanên ewropî yên Koşka Sipî, li gorî naveroka Peymana Atomî, sozên xwe kêm kirine.