Li Klînîka Sîna Ether a Tehranê ji ber kepsûla gazê teqînek pêk hat
Navenda Ûrjansa Tehranê ragihand ku li bakurê Tehranê li klînîkek jêrtirî meydana Qudsa Tecrîşê ji ber teqîna ku muhtemel e ji ber teqîna kepsûla gazê bibe agirpêketinek çê bû.
Ajansa Nûçeyan a "ISNAyê" ragihand ku teqîna ku sedema wê muhtemel e kepsûla gazê bibe li mjêrtirî meydana Qudsa Tecrîşê bû sedema hin wêraniyên Klînîka Sîna Ether û avahiyên derdorê û şikestina ûşên hin avahiyan bi taybet ya galeriyekê.
Herwiha hat ragihandin ku ev teqîn bû sedema birîndarbûna 3 kesan.
Navenda tenduristiyê ya "Sîna Ether" ya li bakurê kolana Şerîetî navendeke radiyolojiyê ye.
Berdevkê Rêxistina Agirvetemirandinê ya Tehranê Celal Melikî got: Niha agirê ketî navenda dermanî ya Sîna Ether hatiye kontrolkirin .
Wî got ku 4 dezgehên agirvemirandinê şandine cihê bûyerê û kedkarên vê rêxistinê ketin nav navendê daku kesên mayî di nav vê navendê jê derxin.