Hezîran 30, 2020 20:36 Asia/Tehran
  • Heta niha nêzîkî 189 hezar nexweşên Koronayê li Îranê baş bûne

Li gor ragihandina wezareta Tendirustî û Pizişkiya Îranê zêde ji du hezar û 450 kesên din bi Koronayê ketine û 147 kesên din jî ji ber Koronayê can dane .

Berdevka wezareta tendurisî û pizişktiya Îranê, Dr. Sîma Sadat Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 457 kes li Îranê bi Koronayê ketine ku hezar û 435 kes ji wan li nexweşxanan hatine razandin û yên din jî piştî dermankirinê zivirîne malên xwe, herwiha hejmara pêketiyan ji despêkê heya niha gihîştiye 227 hezar û 662 kesan.

Dr. Larî her wiha da zanîn, ji duhî heya niha 147 kes jî ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên ku heya vê demê ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 10 hezar û 817 kesan.

Li gorî amarên fermî, heta niha 188 hezar û 758 nexweşên Koronayê jî li Îranê baş bûne û rewşa 3 hezar û 49 nexweşan jî xirab e.