Hezîran 30, 2020 13:00 Asia/Tehran
  • Îdiayên çendcarî yên Alê Xelîfe li dijî Îranê

Wezîrê karên derve yê Rejîma Alê Xelîfe ya Behreynê duh li press konferanekê de ku Brian Hook nûnerê hikûmeta Amerîkayê yê berpirsê karûbarên Îranê beşdar bû herwek berê dîsa Îran tawanbar kir ku xwe tevlî karûbarên welatên deverê dike.

Li gor IRIB Newsê, Wezîrê karên derve yê Rejîma Alê Xelîfe ya Behreynê Ebduletîf bin Raşid El-Ziyanî di vê press konferansê de ji bo ku raya giştî ji ser serkutkirina berfire ya xelkê Behreynê bixalifîne , îdia kir ku Îran destwerdanê di karûbarên welatên deverê ji wan Behreynê de dike.

Wezîrê karên derve yê Rejîma Alê Xelîfe di îdiayeke komîk de Komara Îslamî ya Îran twanbar kir ku piştgiriyê ji terorîsmê dike û ji civaka cîhanî xwest pêşiya qaşo destwerdana Îranê li karûbarên welatên erebî bigire û zext û zorên xwe ser Tehranê zîde bikin.

Brian Hook jî di vê press konferansê de îdia kir ku Îranêî bê îstiqrarî li deverê çêkiriye û wê li her derî berbelav dike.

Rayedarên Alê Xelîfe di çarçova pêngavên rayedarên siûdî û amerîkî de bi caran van îdiayên derew li dijî Îranê têxin rojevê.

Wezareta Derve ya Îranê bi redkirina dew û dozên rayedarên Rejîma Alê Xelîfe ragihand ku Rejîma Behreynê dewsa xistina sûcê pirsgirêkên xwe ser sikura cînaran , tewsiyeyên civaka navneteweyî bicih bînin û bi rêberên muxalifetê bikevin nava gotûbêjan.