Hezîran 03, 2020 11:16 Asia/Tehran
  • Axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di sî û duyemîn salvegera rehleta Îmam Xumeynî (Re) destpê bû

Axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di sî û duyemîn salvegera rehleta Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê destpê bû.

Axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro saet 11 ser wextê Tehranê ji riya Instgram û Twittera "KHAMIENEI.IR" û radiyo û televîziyona Komara Îslamî ya Îranê bi awayê zindî destpê bû.

Merasima salvegera Rehleta Îmam Xumeynî (RE) Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê her salê bi axivtina rêberê Înqilaba Îslamî Hz. ayetullah Xamineyî  li herema paqij ya Îmam Xumeynî (RE) li dar diket, lê belê îsal ji ber pandemiya vîrusa Koronayê û li gor destûrên tendirustiyê yên Erkana Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê civîn hatine qedexekirin, loma Rêberê Înqilabê rasterast ji riya radiyo û televîziyonê diaxive.

Îro Çarşemî, 14ê Xordana sala 1399an a Koça Rojî, (11ê Şevala sala 1441ê ya Koça Heyvî û 3ê Hezîrana sala 2020'î) hevdem e digel Salvegera rehleta Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê.