Hezîran 02, 2020 23:57 Asia/Tehran
  • Ruhanî YE divê wezîfeya xwe li hemberî kiryarên neqanûnî ya Amerîkayê cih bîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî got: Yekitiya Ewropayê (YE) divê bi şermezarkirina kiryarên neqanûnî yên Amerîkayê wezîfa ser milê xwe cih bîne.

Ruhanî îro li hevpeyvîna telefonî bi Sauli NIInisto  serokomarê Fanlandê re desnîşan kir ku cihanîna Peymana Navokî deskevteke baş di warê çend alîtiyê bû û got: Amerîka bi derketina ji vê peymanê, li dijî biryarnama Konseya Ewlekariya Navneteweyî û li dijî qanûnên navneteweyî û erf û edetên siyasî û gişt soz û qirarên exlaqî gav rakirin.

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen desnîşan kir ku hevkariya Îranê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê bi başî berdewam dike û got: Heyf û mixabin amerîkî li ti dewr û qonaxekê niyeteke xêr nîşan nedan.

Ruhanî herwiha got ku amerîkiyan heta li dewrana Pandemiya Koronayê jî bi bikaranîna boykotên zalimane û astengkirina kirîna dewa û dermanan tendirustiye 83 milyon îranî rehîn girt.

Ruhanî herwiha bal kişand ser mekanîzma INSTEXê ji aliyê YE û kanala malî ya Swîsrayê û got: Heyf van kanalên malî hîn nekarîne bi bandor bibin û YE divê ji bo aktivtirkirina van kanalan pir bixebite.

Sauli NIInisto  serokomarê Fanlandê jî bi nîşandana keyfxweşiya xwe derheq serketinên Îranê di warê xebata li hemberî Koronayê, li ser berfirekirina pêwendiyên du welatan pêgîrî kir.

Sauli NIInisto  herwiha diyar kir ku welatê wî ji mekanîzma malî ya Instexê  piştgiriyê dike û amade ye tevlî vê mekanîzmê bibe  û got: Peymana Navokî wekî lihevkirineke navneteweyî divê babeta gişt aliyan were parastin .