Çile 14, 2020 17:36 Asia/Tehran
  • Dezgeha Dadwerîya Îranê: Têhran dê têrora serdar Silêmanî li civatên navnetewî bişopîne

Berdevkê Dezgeha Dadwerîya Îranê amajeyî kiryara têrorîstî ya Amerîkayê ya têrora serdar Qasim Silêmanî kir û got: Serokomarê Amerîkayê xwe derheq vî karê têrorîstî mukur hat û Îran dê bê şik wê cinayetê li civatên navnetewî bişopîne.

Xulamhisên Ismayîlî Berdevkê Dezgeha Dadwerîya Îranê îro di civîneke çapemenîyê de got: Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê bilî şopandina kiryara Amerîkayê ya têrora serdar Silêmanî li dadgehên cezayê yên navxweyî yê dijî Artêş  û dewleta Amerîkayê û Serokomarê vî welatî li Iraqê û Dîwana Navnetewî ya Cezayê jî dozê veke.

Berdevkê Dezgeha Dadwerîya Îranê herwiha amajeyî pişikdarîya Balyozê Ingilîsê li kombûna neqanûnî ya li Têhranê kir û got: Dezgeha Dadwerîya Îranê bi hîç awayekî têkildarî ewlehîya gel û civakê ji biryarên xwe nayê xwarê û himberî kesên dijî ewlehîya Îranê radibin, di çarçova qanûnê de serderîyê dike.

Xulamhisên Ismayîlî  herwiha pêgirî kir: Ligorî xala 41 a Konvansyona Vîyenê, hemî kesên ku ji parastîbûna dîplomatîk sûdê werdigirin, erkdar in ku qanûnên dewletan qebûl bikin û xwe ji destwerdana di karên navxweyî yên welatê mazûvan de dûr ragirin.

Berdevkê Dezgeha Dadwerîya Îranê bi gotina vê yekê ku li gorî qanûnên navnetewî Balyozê Ingilîsê yê li Têhranê kesekî dijber tê hesêb, dîyar kir: Balyozê Ingilîsê wek nunerê payebilind ê wî welatî li Komara Islamî ya Îranê li kombûneke neqanûnî amade bûye û têkildarî wê kombûnê wêne û vîdyo berhev kirine û roleke handêr jibo birêxistina kombûnê û domandian wê kombûna neqanûnî hebû ku ev yeka bi tu awayî nayê qebûlkirinê.