Çile 13, 2020 08:09 Asia/Tehran
  • Rêberê Inqilabê: Rewşa nelibar a herêmê encama fesadîyên Amerîkayê û hevpeymanên wê ye

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî di hevdîtina digel Mîrê Qeterê da pêgirî kir: Rewşa nika ya navçê zêdetir ji berê hewcedarê xurtkirina têkilîyên welatên navçê û neketina ber bayê helwestên bîyanîyan e.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî di hevdîtina digel Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî de got ku rewşa herêmê nika ne guncav e û hegera wê jî fesadîyên Amerîkayê û hevpeymanên wê ye û tenha rêya sekinîna himberî vê yekê jî hevkarîya welatên navçê ye.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî amajeyî peywendîyên baş ên sîyasî yên Îran û Qterê jî kir û got: Peywendîyên aborî yên her du welatan ne di asta yên sîyasî da ye û divê hevkarîyên Îran û Qeterê di warên hevpar de zêdetir ji ber bên berfirekirinê.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî herwiha pêgirî kir: Helbet hin welat nemaze yên ku ji wî perê cîhanê hatine Rojhilata Navînê, hez nakin peywendî û hevkarîyên welatên herêmê bên berfirekirinê lê vê yekê têkilîya xwe bi wan re tineye û welat û gelên herêmê idî destwerdan û fermanan qebûl nakin.

Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî Mîrê Qeterê jî di vê hevdîtinê de ragihand ku ew ji ber hevdîtina digel Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî gellekî keyfxweş e û got: Navçe di rewşeke dijwar da ye û em tam digel gotinên cenabê te yên têkildarî berfirekirina hevkarîyên navçeyî da ne û ser vê bawerê ne ku divê gotûbêjên tam di navbera welatên herêmê de hebin.