Kanûn 13, 2019 15:58 Asia/Tehran
  • Mûsewî gotinên wezîrê derve yê Almanyayê neberpirsiyarane û mudaxilekirane nirxand

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê weke berteka li hember gotinên wezîrê derve yê Almanyayê got: Ev gotinên mudaxilekirane nikarin pêbendnebûna welatên ewropî ser berpirsiyariyên wan ên li gor rêketina navokî û sersariya wan li hember bikaranîna terorîzma aborî ji aliyê Emerîkayêm bê reng bike .

 Li gorî rapora IRNA`yê,seyd Ebas Mûsewî, pêncşemiyê şevê got: Çavrê ne Berlîn dewsa berçavgirtina helwestên neberpirsiyarane û bi xerez, parastina bingehên seretayî yên mafên mirovan bi çavên vekirî, giştalî û nihêrîneka bêalî bixe rojevê.

 Mûsewî bal kişand ser hewldana Komara Îslamî ya Îranê bona bihîstina bîr û ra û nihêrînên curbicur ên welatiyên xwe, destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê li nearamî û ajawegêriyên vê dawiyê li welêt, bê guman refa dijmin û sebebkarên kuştina xelkê bêguneh û piştgirên wan ên biyanî ji nihêrînên neraziyan cuda daye zanîn û ji ber encamên lêkolînan, biryarên pêdivî li çarşoveya parastina mafên xelkê Îranê û er wiha dabînkirina  ewlehiya mayînde berçav bigre.

 Hayko Maas wezîrê derve yê Almanyayê roja pêncşemiyê li parlemana  vî welatî li bersiva yek ji nunerên parlemana  Almanyayê, îdia kir ku bi sedan kes li pêvajoya nerazîbûnên vê dawiyê yên Îranê hatien kuştin û divê serkutkirina bi şîdet a van nrazîbûnan bi tundî şermezar bikin.

Cihanîna bernameya reforma bihayê benzînê li Îranê ji roja 15ê Mijdarê va, bû sebeba nerazîtiya aram a gel li Têhranê û hin bajarên din ên Îranê; Lê hin ajawegêrên hînbûyî bi hatin nav gelê nerazî li Îranê ziyan li8 mal û heyitiyêîn gelemperî û şexsî heta Bank, navendên Acîl, Ambûlans û veguhestina gelemperî xistin.