Kanûn 04, 2019 16:18 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Îran lin dijî şandina hêzên çekdar ên Japonê bo Rojhilata Navînê ye

Alîkarê Siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê, Seyid Ebas Iraqçî ku wek Nûnerê taybet ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê çûye Tokyoyê, dijayetiya xwe digel plana Japonê ya şandina hêzên berevaniya ji xwe bo Rojhilata Navînê bi mebesta alîakriya bo garantîkiirna ewlehiya keştîajotinê jibo keştiyên ticarî diyar kir.

Seyid Ebas Iraqçî di gotûbêja digel NHK (Televîziyon adewletî ya Japonê) ku îro çarşemiyê hat weşandin, got: Îran li benda biryara dawiyê ya Japonê ye, lê bawerî tune ku her cûre hebûna hêzên biyanî li navçeyê, dê bibe sebeba xurtkirina aramî, ewlehî an aştiyê.

Iraqçî bi bîr xist ku di hevdîtian digel Abê Şînzoyê serokwezîrê japonê helwêsta Îranê ragihandiye wî.

Alîkarê Siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtian bi Abê da, helwêstên Komara Îslamî ya Îranê di warê Peymana Atomî da rave kirin û ragihan dku heke boykot bên rakirin, Îran amade ye ku bi tamî vegere Peymana Atomî.

Irqçî tevî amajeya bi plana Aştiya Hormuzê ku ji aliyê Serokê Komara Îslamî ya Îranê di Civata Gitşî ya NY da hat raberkirin, got: Îran bi mebesta parastina ewlehî û aştî û aramiyê li navçeya Kendava Farsê û Tengava Hormuzê, hemî welatên ku dikevin bin bandora alûgorên Kendava Farsê û Tengava Hormuzê vedixwîne ku ji Hevpeymaniya Hêviyê yanî "Dahêneriya Aştiya Hormuzê" piştgirî bikin.

Wî sefera Abê bo Îranê wek xaleka werçerxanê di pêwendiyên du welatan da da zanîn û got: Di vê pêwendiyê da li gorî rola bibandor ku Japonê heye, em amade ne ku di vî warî da hevkarî û şêwirînên zêdetir bikin.

Abê Şînzo Serokwezîrê Japonê jî di vê hevdîtinê da destnîşan kir ku Japon hema wisa ji Peymana Atomî pitevaniyê dike û jibo çareserkirina pirsgirêkên vê girêbesta navneteweyî dê rola xwe ya Dîplomatîk bidomîne.

Iraqçî di dewama gotûbêja digel Televîziyona Japonê da got: Siyasetên Amerîkayê hegera gurrbûna kêşeyan li Rojhilata Navînê ne.

Wî Amerîka ji ber sepandina zexta herî pirr li ser Îranê û derketina ji Peymana Atomî ya sala 2015an da ber rexneyan.

Iraqçî di bereberê civîna Komîsiyona hevpar a Peymana Atomî ku biryar e 15ê meha Azerê di asta Alîkarên wezîrên karên derve li Viyenê were lidarxistin, jibo gotûbêja bi rayedarên çînî û japonî çû Piken û Japonê.