Kanûn 04, 2019 15:46 Asia/Tehran
  • Hişyariya Serleşker Selamî bo dijminan: Hêlên Sor ên Îranê derbas nekin

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî hişyarkirina dijminan, got: Hêlên Sor ên Îranê derbas nekin.

Serdar Serleşker Husêyn Selamî, Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Çarşemiyê di Kongreya 92 hezar şehîdên Besîcî li Têhranê destnîşan kir: Heke dijmin bixwazin hereketekê bikin, gelê Îranê dê di destpêkê da wê pûç bike.

Serleşker Selamî bi gotina vêya ku gelê Îran hişyar e û di bûyerên vê dawiyê da bi başî rêza xwe ji ajawegêran cuda kir, got: Gelê Îranê di hefteyên vê dawiyê da sîleyeke din li rûyê Istikbarê nemaze Amerîkayê xist.

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi vêya ku dijminan di komploya vê dawiyê da dixwestin ku têkçûnên xwe yên li pey hev ji gelê Îranê bicebirînin, got: Dijminan dixwestin ku zexta herî pirr ser Îranê bi bûyera navxweyî girêbidin, lê bi hişyariya gel nekarîn.

Serleşker Selamî tevî pêgiriya li ser vêya ku gelê Îranê jibo berevaniya ji nirxên neteweyî û îslamî yên xwe çar dehikan li ber xwe daye, got: Îran bi awayekî qahêm rêya xwe didomîne û bi zûtirkê dê bibe hêzxurteka mezin a cîhanî.

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku cîhana îslamê di rewşa xwe ya herî bihêz da ye, got: Roja îro sûrî, yemenî û iraqî li hemberî Amerîka, Rêjîma Siyonîst û Alê Siûd rawestiyane û ji serxwebûna xwe berevaniyê dikin.

Serleşker Selamî destnîşan kir: Gelê navçeyê Amerîkayê biçûk dikin û bi tenê dihêlin û hêdî hêdî ji qada cuxrafyayî ya dinyayê davêjin qiraxê.