Hevdîtina Iraqçî û wezîrê derve yê Japonê
Alîkarê wezîrê derve yê Îranê li karûbarên siyasî Ebas Iraqçî li Tokiyoya paytexta Japonê bi wezîrê derve yê vî welatî Toşîmîtsu Motêgî re civiya û pêre ser rewşa Rojavaya Asyayê û cîhanê peyêvî .
Li gor IRNA, Iraqçî duh berêvarê li hevdîtina Toşîmîtsu Motêgî bal kişand ser plana "Aşitiya Hormuzê" ya ku serokomarê Îranê li civata Giştî ya NY xistibû rojevê û got: Îran ji bo hedefa parastina ewlehî, îstiqrar û aştiya devera Kendava Farsê û Tengava Hormuzê ji gişt welatên ku li bin bandora guhertin û bûyerên devera Kendava Farsê û Tengava Hormuzê ne dixwaze ji "Însiyatîva Aşitiya Hormuzê" piştgiriyê bikin.
Wezîrê derve yê Japonê Toşîmîtsu Motêgî jî li vê hevdîtinê de bal kişand ser rewşa awarte ya Kendava Farsê û Rojhilata Navîn û got: Japon derheq bûyer û guhertinên Rojhilata Navîn bi fukar e, divê rageş û kêşeyên navçê bi saya hewldanên dîplomatîk kêm bibin.
Iraqçî berî vê hevdîtinê bi serokwezîrê Japonê Şînzo Abê re civiyabû û pêra ser pêwendiyên dualî û rewşa navçê axivtibû.
Alîkarê wezîrê derve yê Îranê li karûbarên siyasî Ebas Iraqçî ji bo lidarxistina rûniştina 28-an ya Komîteya Şêwirkariya siyasî ya alîkarên wezîrên derve yê Îran û Japonê û ji bo beşdariya li Konferansa yekem a gotûbêjên cîhanî roja duşemê gihêşte Tokiyoyê paytexta Japonê.