Kanûn 01, 2019 09:53 Asia/Tehran
  • Despêbûna tomarkirina navê namzedên hilbijartina Meclisa Îranê

Tomarkirina navên namzedên hilbijartina Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ji îro yekşemê ve despê kir.

Berdevkê Erkana Hilbijartinan a Îranê seyd Îsmaîl Musewî duh li hevpeyvîna bi IRNAre diyar kir ji yek heya 7 Kanûnê berbijarên Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê dikarin navê xwe tomar bikin û ji şeşê Kanûnê heya 12 vê mehê jî berbijarên navîndewra yekem a qonaxa pêcan yên Meclisa Xibreyê Rêberiyê  dikarin navê xwe bidin nivîsandin.

Mûsewî li bara hilkolandina hêjatiya berbijarên Meclisa şêwra Îslamî jî got: Berbijarên hanê piştî nivîsandina navê xwe ji merceyên çarane yên wekî dadwerî, întizamî, wezareta Îtileatê û navenda qeydkirina sicîlî tê xwestin agahiyên li bara wan radestî erkana Hilbijartina Îranê bikin.

Mûsewî herwiha got Konseya Parêzvana Qanûna Bingehîn jî 11 Sibatê ya 2010 bawera xwe li ser namzedan wê radestî wezareta karên hundir bike û wezareta karên hundir û erkana hilbijartinê jî 12 Sibatê navên wan berbijaran didin qaymeqamên navendên hilbijartinê û ew jî her wê rojê navên berbijarên ku hatine pejirandin li gor danezanekê diweşîne.

21 Sibatê jî wê hilbijartina meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û hilbijartina  navîndewra yekem a qonaxa pêcan yên Meclisa Xibreyê Rêberiyê li parêzgehên Tehran, Fars, Xurasana bakur û Xurasan Rezewî û Qomê tên lidarxistin.