Mijdar 14, 2019 18:08 Asia/Tehran
  • Rûhanî jidayîkbûna pêxemberê Îslamê (S) li serokên welatên îslamî pîroz kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hatina salroja Jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê (S) , pêxemberê rehmet û Exlaqê li serok, dewlet û gelê welatên îslamî pîroz kir.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê bi peyamên cuda xitabî serokên welatên îslamî, salvegera Jidayîkbûna Pêxemberê Hêja yê îslamê (S), peyamênerê aştî û rehmetê jibo hemî cîhanê, pêxemberê ku reftara wî hertim rênima û rêvekera hemî moimin û misilmanan di dirêjahiya dîrokê da bûye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranêhêvîdarî kir ku bi berxwegirtina reftar û fêrkariyên Nebiyê Ekrem (S), şopînerên wî hezretî elehî, edalet û aştiyê jibo cîhanê nemaze jibo welatên îslamî pêk bînin.

Sibe (Înî) 17ê meha Rebî-ul-Evel a sala 1441an a Koça heyvî, hevdem digel 15ê Mijdara 2019an a Mîladî salvegera Jidayîkbûna pîroz a Hezretê Muhemedê Mustefa (S), pêxemberê hêja yê îslamê û salvegera jidayîkbûna pirr bereket a şeşemîn stêrka ron a esmanê îmamet û welayetê, Hezretê Îmam Ceferê Sadiq (S) e.