Mijdar 10, 2019 17:50 Asia/Tehran
  • Ciwanekî dahêner ê îranî mîdala Zêr a mêhriganeke navnetewî bidest xist

Ciwanekî dahêner ê îranî mîdala Zêr a mêhrigana navnetewî ya xuliqkarîyan a Koreya Başûr ku ser navê BIXPO hat lidarxistinê, bi dest xist.

Riza Qewamî ciwanê îranî bi berhema xwe ya sîstema ardûya tîşka tavê ya balafirên bêfirokevan di mêhrigana navnetewî ya xuliqkarîyan a Koreya Başûr a bi navê BIXPO de pişkdar bibû.

Mêhrigana navnetewî ya xuliqkarîyan a Koreya Başûr a bi navê BIXPO bi hewildana Şirketa Ceryanê ya Koreya Başûr û piştgirîya Fêdêrasyona Navnetewî ya Xuliqkaran hat lidarxistinê.

180 xuliqkar ji 30 welatên cîhanê di wê mêhriganê de pişikdar bûn. 

Riza Qewamî ciwanê îranî berî vîya di pêşbirkên cîhanî yên Xuliqkarîyên Almanê di sala 2017`ê û pêşbirkên cîhanî yên Xuliqkarîyên Swîsê di sala 2014`an de mîdala Zêr û xelatên taybet bi dest xistibûn.