Mijdar 10, 2019 16:31 Asia/Tehran
  • Salihî: Rêketinama Atomî ne cadeyeke yekalî ye

Serokê Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Îranê ji ber vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî û bêsozîyên ewrûpîyan rexne kir û pêgirî kir: Îran nikare qbûl bike ku Rêketinama Atomî cadeyeke yekalî ye.

Serokê Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Îranê Elîekber Salihî herwiha pêgirî kir ku alîyên ewrûpî sozên xwe di çarçova wê rêketinameyê de cih neanîn û got: Ligorî Rêketinama Atomî biryar bû boykot bên rakirinê lê boykot nehatin rakirinê û Îranê jî idî hîç berbendekê nas nake. 

Salihî amajeyî kêmkirina sozên navokî yên Îranê kir û got: Îran derveyî Rêketinama Atomî kar nake belkî ligorî xalên 26 û 36 ên wê rêektinameyê, sozên xwe kêm dike.

Serokê Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Îranê pêgirî kir: Îran anegorî Rêketinama Atomî dikare anegorî serederîya alîyên wê rêkeitnameyê, sozên xwe kêm bike ta ku hevsengîyek di Rêketinama Atomî de pêk were.

Salihî bi gotina vê yekê ku Îran di çarçova serwerî û berjewendîyênb netewî yên xwe kar dike, hêvî kir ku hemî alîyên Rêketinama Atomî sozên xwe cih bînin.