Mijdar 10, 2019 16:21 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Gelê Îranê li hember zexta biyaniyan yekperçe sekiniye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser komployên dijminan bona derbelêxistina li gelê Îranê û got:Gelê Îranê yekperçe li hember zext û zora biyaniyan sekiniye.

Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê îro yekşemê li koma bi coş a xelkê Yezdê li navenda Îranê bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê ji bo fîdakariya bo welêt û niştimana xwe ji her dem û gaveke din amadetir in û got: Emerîka baş dizane ku gelê mezin ê Îranê li hember zext û zora wan li ber xwe didin. 

 Rûhanî bal kişand  ser amar û arqamên aborî ku nîşana baştirbûna rewşa aborî ya Îranê ye û destnîşan kir: Tevî hebûna hemî zext û zoran, derfirotina neniftî ya Îranê baştir bûye û rewşa aborî ya Îanê, her mehê baştir jî dibe. 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha li bara keşfkirina meydaneke  nû ya niftê li Îranê ku 53 milyar bermîla nifta xwe heye, agahî da û diyar kir: Di rewşa ku dijminan firotina nifta Îranê bi armanca zext û zora herî zêde ser gel boykot kirin, karkir û endazyaên îranî karîn ku 53 milyar bermîl niftê li mexzeneka mezin keşf bikin.