Mijdar 10, 2019 15:18 Asia/Tehran
  •  Berdevkê Wezareta Derve: Îran dijberê her cure destdirêjiya ser hakimiyeta neteweyî ya welatên navçê ye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê dijberê her cure destdirêjiya ser hakimiyeta neteweyî ya welatên navçê ye.

Seyd Ebas Mûsewî, berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê  roja yekşemê li civîna bi nûçegîhanên navxweyî û derveyî li bara nerazîtiyên gelanî yên vê dawiyê li Iraqê û abndora wê ser navçê got: Têhran li bara meselên navxweyî yên Iraqê   naxive lê bi giştî hin kes li dû îstifada xirab ji nerazîbûnên vê dawiyê li vî welatî ne. 

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê  li bara gotinên vê dawiyê yên seyd Ebas Iraqçî, alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê li Moskoyê li bara hitmala  venihêrîna  Îranê li doktorîna navokî û gotinên ku ji ewrûpiyan li bara mekanzîma Snap Back( vegeryana  boykotan) tê bihîstin jî got: Ewrûpiyan na mafê karekî wiha hene û ne jî dikarin vî karî bikin ji ber ku kêmkirina berpirsiyariyên  navokî yên Îranê li gor naveroka rêketina navokî bûye û ev mafa bo Komara Îslamî parastî ye. 

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê  bal kişand  ser cihanîna pêngava çaran a kêmkirina berpirsiyariyên navokî yên Îranê destnîşan kir: Hîn dîplomasiyê derfeta xwe heye û deriyên gotûbêjê vekirî ne. 

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê  bal kişand  ser vê yekê ku  mekanîzma  aborî ya Ewrûpayê, INSTEX wisa ku Têhranê dixwest, cih enhat got: INSTEX amûrê cihatina planan e û her wexta planên  wan ên mezin cih were ev mekanzîma  aborî jî dê cih were. 

Mûsewî li bara helwêsta tund a Êmanoel Mekron serokkomarê Firansayê piştî destpêbûna pêngava çaran a kêmkirina berpirsiyariyên  Îranê jî got: Helwêsta  Mekron tê fehmkirin wan helwêsta  cidî ya Îranê dîtin û  ji aliyekê va jî nikarin bersiva nekarînên xwe bidin. 

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê  li bersiva vê pirsê ku gelo Komara Îslamî ya Îranê piştî derketina  ji rêketina navokî dê biryarê bide û an amadeyî wergirtina planên din ên rayedarên ewrûpî ye û got: Şêwirîn didomin û li du mehên  tê, divê Ewrûpa berpirsiyariyên xwe cih bîne û Komara Îslamî ya Îranê qayîl bike.