Mijdar 09, 2019 18:45 Asia/Tehran
  • Mûsewî:

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka himberî damezirandina hevalbendîya amerîkî li Kendava Farsê got: "Dîrok nîşan dide ku hevalbendîyên amerîkî ne tenê ewlehî dabîn nekirine belkî bûne sedema bêewlehîtî û bêistiqrarîya zêdetir li deverên curbicur ên cîhanê."

Hevalbendîya deryayî ya Amerîkayê idia kir ku ji roja Pêncşemê va opêrasyona xwe li Kendava Farsê destpê kirîye. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seyîd-Ebbas Mûsewî amajeyî hewcedarîya Amerîkayê bi sûdwergirtina narewa ji navê welatên din jibo rewanîşandayîna kiryarên yekalî yên xwe kir û got: "Eva ku Amerîka armancên xwe li pişt navê hin welatan diveşêre, nîşana lawazî û nebûna rewabûna navnetewî ye."

Mûsewî ji welatên herêmê xwest ku bi palpiştîya potansîyelên xwe û cînaran di çarçova dabînkirina ewlehîya mayinde û giştalî li herêmê de pêngavan rakin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî kir: "Komara Islamî ya Îranê wek welatê ku xwedîyê perrravên herîdirêj li Kendava Farsê ye, yê bi hêza tam parastina berjewendîyên aborî û ewlehî yên xwe ji wan ewlehîya gemîvanîyê li Kendava Farsê bidomîne."