Mijdar 08, 2019 07:57 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Amerîka rêberê şerûtîyê û damezirîner û piştgirê darayî yê têrorîsmê li cîhanê ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara islamî ya Îranê, Amerîka rêberê şerûtîyê û damezirîner û piştgirê darayî yê têrorîsmê li cîhanê zanî.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara islamî ya Îranê Seyîd-Ebbas Mûsewî wek berteka himberî gotinên dijî Îranê yên Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagusê li Twitterê nivîsî: ''Gelo bihîstina van gotinan ji zarê rêjîma ku di rastîyê de rêbertîya şerûtî û yekalîkarîyê li cîhanê dike û damezirînerê têrorîsmê ye û piştgirîya darayîyê li cîhanê didê, kêmekê ecêb nîne?''

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagusê duh wek berteka himberî pêngava çaran a Îranê ya kêmkirina sozên navokî, ji civaka navnetewî xwest ku zextên ser Komara islamî ya Îranê zêde bike.

Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Îranê ligorî fermana Serokê Komara islamî ya Îranê duh weke pêngava çaran a kêmkirina sozên navokî, li Navenda Navokî ya Fordoyê meyandina oranîyomê careka din destpê kir.