May 25, 2023 16:43 Asia/Tehran
  • Fûtbola bin 20 salî ya CAFA'yê; Xortên Îranê 4-1 ji Efxanistanê birin

Tîma Fûtbola bin 20 salî ya Îranê di duyemîn pêşbirka xwe di pêşbirkên Asyaya Navendî da bi ser ket.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Pêşbirka duyem a Tîma Fûtbola bin 20 salî ya Îranê di Pêşbirkên Asyaya Navendî (CAFA) roja Çarşemiyê li hemberî tîma Efxanistanê hat lidarxistin û di dawiyê da tîma Îranê 4-1 ji hevrika xwe bir.

Mîrzayîyan sê gol û Mehdevî golek ji bo Tîma Fûtbola bin 20 salî ya Îranê avêt û bi vî awayî şagirdên Elî Dostî yekem serkeftina xwe di van pêşbirkan da bi dest xistin.

Tîma Fûtbola bin 20 salî ya Îranê di pêşbirka yekem da 2-3 derdabû Uzbekistanê.

Ev pêşbirk li Tacîkistanê tên lidarxistin.

 

Serepeyv