May 23, 2023 20:03 Asia/Tehran
  • Hekemê îranî bû cîgirê Serokê Komîteya Hekeman a Yekîtiya Tekvandoyê ya Asyayê

Serokê Komîteya Hekeman a Federasyona Tekvandoyê ya Îranê bû Cîgirê Serokê Komîteya Hekeman a Yekîtiya Tekvandoyê ya Asyayê.

Li gorî rapora IRNA'yê, Yekîtiya Tekvandoyê ya Asyayê Şehram Erbabî hekemê xwedî pileya yekem a navneteweyî û Serokê Komîteya Hekeman a Federasyona Tekvandoyê ya Îranê wek Cîgirê Serokê Komîteya Hekeman a Yekîtiya Tekvandoyê ya Asyayê bijart.

Erbabêî pêştir di du dorên pêşbirkên Olempîkê yên 2008 li Pikenê û 2012 li Londonê û çend dorên pêşbirkên qaremaniya cîhanê hekemtî kiriye.

Erbabî sala 2012an wek Hekemê herî baş ê cîhanê hat bijartin.

Erbabî her wiha yek ji şansên hekemtiyê di pêşbirkên Tekvandoyê yên Lîstikên Olempîka Parîsê ye.

 

Serepeyv