Adar 19, 2023 17:51 Asia/Tehran
  •  Odeya Îranê, odeya herî baş a Nîşangeha Geştyariyê ya Moskowayê

Odeya Îranê, wek odeya herî baş a Nîşangeha Geştyariyê ya Moskowa-2023’an hat bijartin.

Di nava 600 ode ji 22 welatên cîhanê, odeya Îranê wek odeya herî baş a Nîşangeha Geştyariyê ya Moskowa-2023’an, MITT hat bijartin û bi merasimekê rêz jê hat girtin.

Nîşangeha Moskowa-2023’an yek ji pênc nîşangehên geştyariya herî baş li seraserî cîhanê ye ku bala civaka cîhanî kişandiye.

 Di merasima ku duh bi beşdariya nûner û çalakvanên pêşeya geştyariyê yên welatên curbicur ên cîhanê li nîşangeha Moskowa-2023’an hat lidarxistin de, odeya Îranê karî ku ji nava 600 odeyên beşdar, bibe odeya herî baş û xelat û peykera vê nîşangehê werbigre.

 Odeyên vê dewreya nîşangehê ji 22 weatên cîhanê, bona nasandina navendên geştyariyê yên balkêş û wergirtina geştyarên vî welatî bo 3 rojan di 29’emîn dewreya nîşangeha navneteweyî ya geştyariyê, sefer û hotêldariya Rûsiyê beşdarî kirin.

 

Serepeyv