Adar 17, 2023 16:21 Asia/Tehran
  • Ji destpêka sala 1401ê va 3 hezar zîndaniyên xûzistanî li kargehên karsaziyê hatine fêrkirin

Serokê Giştî yê Saziya Dadweriyê ya Parêzgeha Xûzistanê got: “Karkirina zîndaniyan yek ji siyaset û rêbazên Saziya Dadweriyê ya welêt e û ku ji bo pêkhatina wê ya herî zêde, em hewcedarê pêngavrakirin û alîkariya xêrxwazan in.”

Li gorî rapora ISNA’yê, “Elî Dêhqanî” Serokê Giştî yê Saziya Dadweriyê ya Parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê di civîna Xêrxwazên Karsaziya Zîndaniyan da got: “Karkirin û piştgirî ji berhemanînê bi armanca cihanîna siyasetên Abora ser bingeha Berxwedanê û fermana Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî pêwîstiyek li welêt e û gişt berpirs û sazî divê wê wek ewlewiyet û yekemayeta xwe bihesibînin da ku rewş ji bo sermayeguzariya rewa û meşrû’ li parêzgeha Xûzistanê xweş bibe.”

Dêhqanî her wiha got: “Îsal zêdetir ji sê hezar kes ji zîndaniyên parêzgeha Xûzistanê li kargehên nav zîndanê hînî fêrkariyên pêwîst bûne û dest bi karkirinê kirine.”

Serokê Giştî yê Saziya Dadweriyê ya Parêzgeha Xûzistanê got: “Ji destpêka salê va heta niha 364 kes ji sûcdarên sûcên ne bi enqest ji aliyê Erkantiya Dîyeyê ya Parêzgeha Xûzistanê va hatine azadkirin.”

 

Serepeyv