Îlon 23, 2022 11:04 Asia/Tehran
  •  Werzîşa Cirîdê ya kevn li navçeya Qersê; cirîdvan hespên xwe amade dikin

Li Qersê ji ber ku hewa êdî hênik e, cirîdvan hespên xwe didin bezê.

Werzîşa cirîdê ya ji kal û bavan maye zêdetir di demsalên bihar, payîz û zivistanê tê lîstin. Niha ji ber ku hewa êdî hênik bûye xwediyên hespan hespên xwe derdixin meydanê. Ji bo ku hesp seqet û xam nebin car caran pêşbirkên dostaniyê tên kirin ku hesp zindî bimînin.

Di meha cotmehê da li herêmê pêşbirkên cirîdê wê dest pê bikin, zivistanê jî li ser berfê bêşbirk wê bên kirin.

- "Demeke dirêj bû ku hespên me di hundir da bûn"

Serokê Kluba Sporên Bihesp ya Qers-Kafkasê Selçuk Başkaya daxuyand ew li gundan klubên werzîşê ava dikin ku werzîşa cirîdê belav bibe.

Başkaya got gelek turîstên herêmî û biyanî tên temaşeya pêşbirkan û wiha axivî: "Em havînê zêde nikarin cirîdê bikin, payîzê ji ber ku hewa hinek hênik dibe em hespên xwe derdixin

temrînê û pêşbirkan dikin. Demeke dirêj bû ku hespên me di hundir da bûn. Gundiyan jî bêriya cirîdê kirin. Ji bo ku hespên me ji bo pêşbirkan baş amade bibin em ê rahênan û meşqan bidomînin."

Werzîşvan Bayram Ozbaş jî got wan bêriya cirîdê kiriye, ji ber hewaya havînê ew hespên xwe didin bezê û wiha axivî: "Em ê di nav hefteyê da du sê caran hespan bibezînin ku ew ji bo pêşbirkên zivistanê xurt bibin û em ji lîstika xwe tehmê bigirin."
 

Serepeyv