Tebax 06, 2022 17:08 Asia/Tehran
  • Serkeftina şetrenca Îranê li Olîmpiyada Cîhanî

Tîmên neteweyî yên mêran û jinan ên Îranê li dewra heftemîn a Olîmpiyada Şetrencê bi ser ketin.

Li gor ragihandina Federasyona Şetrencê, tîma netewî ya mêran a Îranê li pêşbirka azad (vekirî) ya heftemîn dewra Olîmpiyada Cîhanî ya Şetrencê bi encama 3.5- 0.5ê li hember tîma Awistralyayê bi ser ket.

Di tabloya yekê de ya mamostayê super mezin Perham Meqsûdlû, li tabloya sêyem mamostayê mezinê Poya Îdenî û di tabloya 4an de jî mamostayê navneteweyî Seyd Xehlîl Mûsewî li hember hevrikên xwe bi ser ketin.

Di tabloya 2. de mamosta Seyd Mihemed Emîn Tebatebayî bi hevtayê xwe yê Awustralya re hevrikî kir, bi vî awayî tîma neteweyî ya şetrencê ya mêrên Îranê bi encama 3.5 hember 0.5 serketineke din a giranbuha bi dest xist.

Her wiha tîma neteweyî ya şetrencê ya jinên Îranê li pêşbirka heftemîn a Olîmpiyada Cîhanî ya Şetrencê li hember tîma Şîliyê bi encama 2.5- 1.5 serket.

Di vê dewreyê de mamostaya jinan a navneteweyî Mobîna Elî Nesab bi hevtaya xwe ya Şîlî re li ser maseya 1'emîn wekhev derket û li ser maseya 3'yemîn mamostaya FIDE'yê ya jinan Anahîta Zahidîfer û li ser maseya 4'emîn jî mamostaya FIDE'ê ya jinan Mîtra Esxerzade li hemberî dijberên xwe bi ser ketin û Seher Mesûmî encam ji hevrikê xwe re da û ji rêzê derket bi vê awayî tîma neteweyî ya şetranca jinên Îranê bi encama 2.5- 1.5 serkeftineke din a giranbiha bi dest xist.

44emîn Olîmpiyada Şetrencê ya Cîhanê ji 29ê Tîrmehê ve li bajarê Chennai(Çinay) yê Hindistanê hatiye lidarxistin.

Serepeyv