May 14, 2022 08:00 Asia/Tehran
  • Astengiyên li pêşberî tîma amedî: DEDAŞ'ê elektrîkên Amed Sporê birîn

Amed Spor ku pêr pêşbirka yekem a Play-Offê lîst û bi pêşbirkên play-offê li bendê ye ku derkeve lîgek jortir rastî astengiyan tên. Yek ji wan jî ew e ku DEDAŞ'ê (Saziya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê) elektrîkên klûbê birîn.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, DEDAŞ'ê piştî ku elektrîkên klûbê birîn Serokê Duyemîn ê Klûbê Cahit Akin got ku ji ber deynan elektrîkên klûbê birîne, herî hindik divê em 120 hezar TL bidin û ji bo vê yekê jî di nav hewldanên de ne.

Li Tirkiyeyê gelek klûbên sporê di vê rewşê de ne û bi giştî saziyên wisa xizmetê didin bi hevdîtinan pirsgirêkên wisa çareser dikin.

PÊŞBIRKA YEKEM: 0-0

Li aliyê din di pêşbirka yekemîn a play-offê ku wekî çarîk fînalî jî tê binavkirin Amed Spor li Tarsus Îdmanyurdu Spor bû mêvan û pêşbirk bi 0-0'ê bi dawî bû. Pêşbirka duyem 16'ê mehê li Amedê ye. Tîma ku bi ser bikeve dê here nîv fînalê ya play-offê.

Serepeyv