Çile 14, 2022 21:55 Asia/Tehran
  • Tîmên neteweyî yên guleştê yên Îran û Sirbistanê urdûyên hevpar li dar dixin

Serokên federasiyonên Guleştê yên Îran û Sirbistanê li ser berfirehkirina hevkariyên dualî tekez kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Elîreza Debîr Serokê Federasiyona Guleşta Îranê roja Îniyê bi amadebûna li balyozxaneya Îranê li Sirbistanê civîneke sêalî bi amadebûna Reşîd Hesenpûr Balyozê Îranê li Sirbistanê û Zelîko Traykovîç Serokê federasiyona guleştê ya vî welatî li dar xist.

Di vê hevdîtinê da biryar hat dayîn ku urdûyên tîmên neteweyî yên guleştê yên Îran û Sirbistanê di rêzên temenî yên cûr bi cûr da bi awayê hevpar bên lidarxistin.

 

Serepeyv