Tîrmeh 22, 2021 08:06 Asia/Tehran
  • Guleşta azad a nûciwanên cîhanê; Guleştgirê îranî mîdala zêrê wergirt

Guleşta azad a nûciwanên cîhanê; Guleştgirê îranî mîdala zêrê wergirt.

Seyid Hesen Îsmaîlnijad mîdala zêrê ya giraniya 71 kg li pêşbirkên guleşta azad a nûciwanên cîhanê li Hungaryayê (Mecaristan) bi dest xist.

Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirkên guleşta azad a qehremaniya nûciwanên cîhanê ji roja 19ê Tîrmeha 2021ê va li Bodapista Hungaryayê dest pê bûn û roja Çarşemiyê bi naskirina tîm û kesên sereke bi dawî bû.

Di van pêşbirkan da Seyid Hesen Îsmaîlnijad di pêşbirka fînalê da karî bi encama 3-1 ji Ehmed Mûsayêv ji Rûsiyê bibe û mîdala zêrê werbigire.

 

Serepeyv