Piştî 5 serketinên tîma voleybola Îranê, tîma Sirbistanê ev serketin rawestand
Hezîran 10, 2021 18:08 Asia/Tehran
Tîma voleybolê ya neteweyî ya Îran piştî pênc serketinên li pey hev di Lîga Voleybola Neteweyên 2021 de li hember tîma neteweyî ya Sirbistanê têk çû.
Li gorî IRNA-yê, Tîma Neteweyî ya Voleybola Îranê îro Pêncşemê di Lîga Neteweyên Voleybolê ya 2021-an de di heştemîn lîstika xwe de li hember Sirbistanê lîst û 3-2 têk çû.
Seta yekem û sêyem Îranê bi pûanên 25 bi 21 û 28 bi 26 qezenc kir, lê Sirbîstan bi Pûanên 25 bi 15, 25 bi 22 û 15 bi 8 yanî di setên duyemîn, çarem û pêncemîn de qezrnc kir û li hemberî Îranê bi dest ket.
Bi vê encamê, Îran beriya ku pêşbaziyên din ên îro li dar bixe, bi 5 serkevtinan û 16 pûanan di rêza pêncemîn de ma.
Tîma neteweyî ya voleybola Îranê dê di tûra nehem a vê pêşbirkê de sibê (Înê) bi Almanyayê re rûbirû bimîne.