Hezîran 09, 2021 18:12 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Rewşenbîrên Cizîrê şevbuhêrkeke helbest û hunerê li dar xist

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şevbuhêrkeke helbestê û hunerê ji helbestvan Lorî Tildarî û gelek hunermendan re li dar xist. Her wiha helbestvan Lorî Tildarî hat xelatkirin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê bi beşdariya bi dehan şênî, gelek helbestvan û hunermendan şevbuhêrkek hat lidarxistin.

Destpêkê helbestvan Lorî Tildarî gelek helbestên taybet li ser jiyan, welat û berxwedanê xwendin.

Hunermend Şadî Tildarî, Mihdî Hisên, Mistefa Hesen û Ridwan Cizîrî stranên folklorî û şoreşgerî pêşkêş kirin.

Piştî xwendina helbest û stran bi dawî bû, endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Biradost Mîtanî xelata rûmetê da helbestvan Lorî Tildarî.

Mîtanî destnîşan kir ku armanca wan ew e ku tevahî helbestvan û hunermendan li ser xebatên wan ên welatparêzî û çandî xelat bikin.

Mîtanî li dawiyê got dê piştevaniya tevahî hunermend û helbestvanan bikin, da ku rêça xwe ya hunerî temam bikin û parastina çanda Kurd bikin.

Şevbuhêrk bi axaftina helbestvan Lorî Tildarî bi dawî bû. Tildarê spasiya yekitiya rewşenbîran kir û got dê rêça helbestvaniyê temam bikin.

Gelek helbestên helbestvan Lorî Tildarî bi zimanên kurdî û erebî hene û dîwanên wî yên helbestê hene.

 

Serepeyv