Hezîran 09, 2021 16:06 Asia/Tehran
  • Hûrgilî û lêzanînên li ser 'EURO 2020'î

Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ewropayê "Euro 2020" salek bi derengî di navbera 12'yê pûşperê - 12'yê tîrmehê li dar dikeve.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ewropayê "Euro 2020" salek bi derengî di navbera 12'yê pûşperê - 12'yê tîrmehê li dar dikeve. Pêşbirka destpêkê 11'yê mehê ye.

Va ne hin agahiyên giştî li ser Euro 2020'ê:

- Çima Euro 2020, 2021'ê de li dar dikeve?

Ji ber ku par pandemiyê dinya ser û bino kir, pêşbirk hatin betalkirin, taloqê îsal kirin.

- Di nav tûrnûvayê de çend tîm hene?

24 tîm hene, ew li 6 koman hatine belavkirin.

 

- Çima îsal ne li welatek, li 11 bajarên welatên cuda li dar dikeve?

Ji ber ku îsal 60'emîn sala tûrnûvayêye biryareke taybet girtin û ji welatek wêdetir, li 11 bajarên welatên cuda li dar dikeve. Pêşî 12 bajar fikirîbûn, piştî Bilbao jê derxistin ma 11.

- Berê li gelek welatan li dar ketibû?

Belê, lê bi vî rengî: Tenê di sala 2000 û 2008'an de tûrnûva li du welatan hatibû organîzekirin. Wekî din her tenê li welatek bû. Di sala 2000'î de li Hollanda û Belçîka; di sala 2008'an de jî li Avusturya û Swîsreyê li dar ketibû.

- Tûrnûva bi kîjan pêşbirkê dest pê dike?

Tûrnûva bi pêşbirkên Koma A, bi pêşbirka Îtalya û Tirkiyeyê ku di nav vê komê de ne dest pê dike. pêşbirk 11'yê mehê saet 22'yan (li gor saeta Tirkiyeyê) li Stada Olîmpiyatê ya Romayê li dar dikeve.

- Fînal dê li ku be?

pêşbirka fînalê 12'yê tîrmehê li Stada Wembley a Londona Îngilistanê dê li dar bikeve.

- pêşbirk wê li ku derê bêne lîstin?

pêşbirkên koman li van bajaran têne lîstin:

Koma A: Roma (Îtalya) û Baku (Azerbaycan)

Koma B: Saint-Petersburg (Rusya) û Kopenhag (Danîmarka)

Koma C: Amsterdam (Hollanda) û Bukreş (Romanya)

Koma D: London (Îngilistan)  û Glasgow (Skoçya)

Koma E: Sevilla (Spanya)

Koma F: Munih (Almanya) û Budapeşte (Macaristan)

 

- Koma herî dijwar kîja ye?

Koma F koma herî dijwar e ji ber ku li vê komê Fransa heye, di Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê de ew bûbû şampiyon. Portekîz heye ku di Euro 2016 de ew bi ser ketibû. Almanya heye ku di sala 2018'an de ew bi ser ketibû. Tîma din a vê komê jî Macaristan e. Lê her sê tîman hin jê dê hê di serê tûrnûvayê de xatir bixwazin û vegerin mal.

- Kîjan welat herî zêde bi ser ketiye?

Di Tûrnûvayên Ewropayê de heta niha Almanya û Spanya zêde bi ser ketine. Her du tîman 3 caran ev kûpa birine mala xwe. Dûre Fransayê 2 caran ev kûpa girtiye.  YKSS, Îtalya, Çekoslovakya, Hollanda, Danîmarka, Yewnanistan û Portekîzê, her welatî carek ev kûpa girtiye.

 

 

 

Serepeyv