Nîsan 08, 2021 17:48 Asia/Tehran
  • Paris Saint German bi encama 3-2 ji Bayernê bir

Di çarçoveya çarêk-fînala Şampiyona UEFA de, tîma Paris Saint German li yarîgeha Bayern Munichê bi 3 golan li hember 2 golan ji vê tîmê bir û tîma Porto jî di mala xwe li hember Chelsea 2-0 winda kir.

Di yekemîn lîstika çarêka fînalê ya Lîga Şapmiyonên Ewropayê (UEFA) de, şeva bihorî herdu tîmên Bayern Munich a Almanî û Paris Saint German a Fransî li yarîgeha Alianz Arena ya Bayernê hatin bermaberî hev.

Di vê lîstikê de, Bayernê bi encama 3-2 li hember tîma Paris Saint German şikest xwar.

Gola yekem a lîstikê û Paris Saint German (PSG) di xûleka 3 de ji aliyê Kylian Mbappe ve hat tomarkirin. Piştre di xûleka 28an de Marcos Correa gola duyem a bo tîma PSG misoger kir û tîma xwe bi 2-0 pêşxist.

Her di nîveya yekem a lîstikê de û di xûleka 37an de Maxim Choupo Moting gola yekem a Bayernê lêxist û encamp bi 2-1 guherand.

Di nîveya duyem a lîstikê de, tîma Bayernê êrişên xwe zêde kirin û di xûleka 60an de gola duyem û wekhev bo Bayernê tomar kir.

Lê tenê heşt xûlekan piştî gola duyem a Bayernê, Kylian Mbappe gola sêyem jibo PSG lêda û bû sedema serkeftina tîma xwe.

Porto li hember Chelsea dorand

Her şeva bihorî tîma Porto ya Portugalê li hember tîma Chelsea ya Ingilîzî bi encama 2-0 rastî şikestinê hat.

Golên Chelsea di xûlekê 32 û 85ê lîstikê de û ji aliyê Mason Mount û Ben Chilwell ve hatin tomarkirin.

Lîstikên vegerê yên wan herdu lîstikan dê 13ê Nîsanê bên lidarxistin.