Çile 22, 2021 17:42 Asia/Tehran
  • Di pêşbirkên futsalê de ji bo bîranîna Generalê şehîd Sulêmanî şampiyoniya artêşa Îranê

Tîma futsalê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di tûra duyemîn a pêşbirkên futsalê de ji bo bîranîna Generalê şehîd Qasim Sulêmanî, ku bi mazûvaniya Artêşê, li ser pileya şampiyoniyê sekinî.

Li gorî IRNA, ev pêşbirkên bi beşdariya werzişvanên ji 40 salî mezintir di forma tîmên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Meclîsa Şêwra Îslamî, Wezareta Parastin û Piştgiriya Hêzên Çekdar, Bîmeya Hekmat Saba û Wezareta Ragihandin û Teknolojiya Agahdariyê bi mazûvaniya Teşkîlata Perwerdehiya Cism a Artêşji 12 Çileyê dest pê kir û şeva Çarşemê bi li darketina pêşbirkeya fînalê û merasîma kutabûnê bi dawî bû.

Di van pêşbaziyan de, tîmê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê pileya yekem bi dest xist, û tîmên Wezareta Ragihandin û Teknolojiya Agahdariyê û Wezareta Parastin û Piştgiriya Hêzên Çekdar, di rêzên duyemîn û sêyemîn de cih girtin. Di tûra yekem a tûrnûvayê de, ku ji hêla Meclîsa Şêwra Îslamî ve hat mazûvanî kirin, tîma artêşê bû Qehreman.