Tebax 02, 2020 12:47 Asia/Tehran
  • Zarokekî Kurd li Almanya bûye stêrkek fûtbolê 

Zarokekî Kurd ê ji Sûriyê ku li Almanya dijî, di lîstika fûtbolê de bûye stêrkek.

Darşîn Rizgar ji taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê yê bakurê rojhilatê Sûriyê  ye û temenê wî tenê 14 sal e ku li Almanyayê navdar bûye.

Darşîn sala 2015an tevî malbata xwe çûye Almanya û sala 2016 rahênerekî Almanî li gundê Berglin yê navçeya Hansbêrg lîstika wî dibîne.

Rahênerê Alman lîstika wî diecîbîne, bangî wî dike û jê dixwaze ku ji bo tîma zarokan a Hansbêrgê bilîze.

Darşîn li ser asta herêma xwe asteke bilind nîşan dide û dibe golkerê tîma xwe.

Heta niha li navçeya ku lê dijî, çend xelat bi dest xistine û tîma wî jî bûye qehreman, ew herwiha lîstikvanê Taykwando ye.

Darşîn, ji blilî zimanê Kurdî zimanên Almanî, Tirkî û Erebî jî dizane.

Serepeyv