Tîrmeh 14, 2020 13:01 Asia/Tehran
  • Walîbalîstê Kurd ê xorasanî:

Walîbalîstê kurd ê Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê dibêje ku betlaniya 5 mehî ya pêşbirkan li ser xêra endamên Tîma Neteweyî bûye, ji ber ku piştî çend salan beşdariya berdewam di pêşbirkan da, têr bêhna xwe vedane.

Pûrya Yelî, Endamê Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê ku ji kurdên Xorasanê û bajarê Qûçanê ye, di gotûbêja bi ISNAyê ra wek bersiva vê pirsê ku gelo betalbûna demdirêj li ser ziyana Walîbala Îranê bû? got: Bi nêrîn amin endamên tîmên neteweyî, nemaze yên mezintir, ji ber ku bi salan şeş mehan li kilûban û 6 mehan li tîmên neteweyî bûne, êdî zexteke zêde hatiye ser wan. Em ku ciwantir in û du sal in ku derbasî Tîma Neteweyî bûne, zexteke giran hatiye sser me. Bi nêrîna min Koronayê demeke baş jibo bêhnvedanê çêkir da ku walîbalîst xwe vejînin.