Tîrmeh 09, 2020 18:05 Asia/Tehran
  • Serdema 2021'ê ya fûtbolê û Kûpaya Tirkiyê diyar bû

Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê (TFF) li ser Kûpaya Tirkiyê, serdema fûtbolê ya pêşiya me û hin meseleyên din biryar girt.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Rêveberiya TFF'ê ji bo serdema bê li hev civiya û biryarên nû standen. Li gor biryara TFF'ê fînala Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyê 29'ê vê mehê dê li Stada Olîmpiyatê ya Ataturk bê lîstin. Tîma Alanya û Trabzon Sporê derketibûn fînalê, ji bo kûpayê ewê bi hev re bilîzin.

Serdema sala bê

TFF'ê ji bo serdema sala nû jî biryar da ku serdema fûtbolê ya sala 2020-2021'ê roja 11'ê Rezbera (Îlon) dest pê bike û roja 16'ê Gulana 2021'ê dê bi dawî bibe. Jibo vê demê transfera lîstikvana 4'ê Gelawêjê (Tebax) dest pê dike û 5'ê Kewçêra (Cotmeh) 2020'an bi dawî dibe.

Ji bo lîstikvanên biyanî tîmek dikare 14 lîstikvanan transfer bike ku di nav van de divê yek piştî roja 01.01.1996'an hatibe dibe û her wiha ji van di pêşbirkekê de tenê 8'an dikare bide lîstin. Her wiha di nav lîsteya 21 lîstikvanên tîmek de divê herî hindik lîstikvanekî ku piştî 01.01.1998'an hatibe dinê û ji tîma jêrîn derketiba tîma A.

Ev hejmara 14'an ji bo sala 2021-22'yan dê dakeve 12'yan û di sala 2022-23'yan de jî dakeve 10'an.