Tîrmeh 08, 2020 19:00 Asia/Tehran
  • Sê guleştgir ji ber dûpîngê nikarin li pêşbirkeyan beşdar bibin

Erkana Neteweyî ya Pêşîgirtina Dûpîngê, hikmê girtina pêşiya beşdariya 3 guleştgirên îranî li pêşbirkeyan ji ber îstifadeya ji dûpîngê da.

Li gor ragihandina Fedrasiyona Guleştê ya Îranê, Mesûd Nemetçikanî çar sal û seyd Muhemed Çûbçiyan jî şeş meh ji ber îstifadeya ji madeyên îznnedayî bi mebesta dermankirinê û agahdar nekirina dixtor derbarê vê yekê ji beşdariya li pêşbirkeyan bêpar bûne û hukmê vê bêpariya wan nayê guhertin.

Herwiha Behrûz Hidayet ku testa wê ya dûpîngê li sala 2020 pozetîv derket jî hukmê bêpariya 4 salî ya beşdariya li pêşbirkeyan stand , lê belê ji ber nerazîbûna vî werzişkarî, wî daxwaza berçavan derbaskirina vê hukmê daye Konseya Venêhrînê ya Erkana Neteweyî û ew li benda hukmê dawiyê ye.