Tîrmeh 07, 2020 14:55 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Dayika Xezal a 100 salî hîna pîşeya xwe didomîne

Temenê wê 100 sal derbas kiriye, tevî vê yekê jî hîna çêkirina tevnê bi amûrên hêsan berdewam dike û folklora gel diparêze.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Tevn û teşî du pîşeyên kevnar in. Beriya bi hezaran salan teşî bi destan û bi alavên besît ji bo çêkirina pêdiviyên sereke yên jiyana rojane wekî çêkirina xaliyên malan, konên beriya avakirina malên axî û amûrên din ên xemilandina malê, hatiye bikaranîn.

Di vê pîşeyê de amûrên hêsan tên bikaranîn. Beriya ku dest bi çêkirina palasan bikin, rês teşî dikin û vediguherînin dezî yan jî deziyê hazir bi kar tînin. Çalakiya veguherandina rês ji bo dezî bi rêya teşiyê pêk tê. Destpêkê amûra "nol" datînin û 2 textan li jêr û jor datînin ser. Piştre dezî bi rengên xweşik bi her du textan ve tên girêdan û bi rêya devşikê dezî ji hev tên derxistin. Piştre bi ‘qoçê xezalê’ tên kutandin û bi deziyên zêde çînên palasê tên neqişandin. Bi vê rengî palas amade dibe.

Dayika Xezal Elî Mutleq ji şêniyên gundê Heso Retlê yê li başûrê navçeya Tirbespiyê ye. Dayika Xezal 100 sal temen derbas kiriye, tevî vê yekê jî hîna pîşeya xwe ya çêkirina palasan berdewam dike.

Xezal zêdetirî 80 sal e ku vê karî dike û ji çavkaniyeke debarê zêdetir, karê xwe wekî karekî folklorîK dibîne. Xezalê gelek jinên gund fêrî vî karî kirine. Gelek ji wan jinan ji ber temenê xwe dest ji kar berdane, dayika Xezalê hîna berhemdariya xwe berdewam dike.

Xezne Ebbas (80) ku yek ji jinên li ser destê dayika Xezalê fêr bûye, wiha dibêje: "Ji dema ku min çavên xwe li jiyanê vekirin heta niha, dayika Xezalê karê tevnê û çêkirina palasan dike."

Xezne piştrast kir ku ew û gelek jinên gund ji dayika Xezalê fêr bûn, lê belê êdî nikarin wekî wê kar bikin.

Xezalê vî karî ji dayika xwe fêr dibe. Ew dibêje ku çêkirina konan û palasên malê wê demê ji pêdiviyên jiyanî bûn. Tevî ku çêkirina palasan ji ber kargehên çêkirinê û keda mezin ku ji bo çêkirina wan tê xwestin bi paş ket jî, lê belê dayika Xezal pîşeya xwe berdewam dike û hêvî dike ku vê karê kevnar di civakên Kurd û Ereb de mayînde bike.

Dayika Xezal zêdetirî 100 salan jiyaye û zêdetirî 100 neviyên wê hene. Ew her 3 rojan xaliyekê çêdike û bi rêya kar tenduristiya xwe diparêze.